Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

121 mamosteyên bajarê Tehranê piştîvaniya xwe bo xwendekarên nerazî nîşan dan

17:53 - 7 Çirriya paşîn 2022

Roja Şemî 14`ê Xezelwerê, 121 mamosteyên zanîngeha Pîşeyî ya Emîrkebîrê bi rêya nivîsîna nameyekê bo serokayetiya wê zanîngehê piştevanî ji xwendekarên girtî û nerazî kirin.

Herwisa deqa vê  nameyê li derheq nebûna baweriya xwendekaran li barêya sozên direwîn yên berpirsên zanîngehê, birêveçûna kilasên dersê bi bê amadebûna xwendekarên ragirtî û binçavkirî, hatiye nivîsîn.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 16`ê Xezelwerê xwendekarên zanîngeha Zanista Civakî ya zanîngeha bajarê Tehranê, di hewşa zannîgeha de kombûn û bi dest girtina pilakardên nerizayetî û dana siloganên weke; “Xwendekarê girtî dibê were azadkirin” û “yek xwendekar kêm bibe, wir dê bibe qiyamet” nerizayetiya xwe nîşan dan.