Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwandekarên zanîngehên Kurdistan û Îranê di mangirtin û xwenîşandanan de berdewam in

17:55 - 7 Çirriya paşîn 2022

Îro 16`ê Xezelwerê xwandekarên zanîngehên Kurdistan û Îranê  yên weke, zanîngha Seni`etî ya Urmiye, zanîngeha Azad ya Reştê, zanîngeha Huner û Mê`imarî ya Paris, zannîgeha Sene`itî ya Şerîf, zanîngeha Zanist a Civakî ya Tehranê, zanîngeha Sore, zanîngeha Perdîs, zanîngeha Nûşîrewan a Babol û hin zannîgehên din, bi mangirtin û dana siloganên weke, “Êdî top û tank û miselsel  bandor tuneye, ji dayîka min re bêjin êdî qîz tune ye” li dijî serkutkarî û zordariyên rejîma Îslamî derketin.

Her di vê pêwendiyê xwandekarên zanîngeha Sore bona nîşandana nerazîbûna xwe li derheq kuştina xwenîşanderan, parçeyek nan weke xerîteya Îranê çê kir û bi rengê sor yê xwînê xelmandin wiha hovîtiyên rejîma Îslamî anîn ziman.

Herwisa dersixwanên xwandingehên bajarên, Mehabad, Sine, Sebizivar û hin bajarên dinjî, rijyiane ser şeqaman û bi dana silogana “Jin, Jiyan, Azadî”, li dijî serkutkariyên rejîma Îslamî xwenîandan kirin û xwandingeh bicih hêlan.