Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî: Bi “mihareb” nasandina xelkê azadîxwaz nîşaneya bêdesthilatiya rejîmê ye

10:45 - 8 Çirriya paşîn 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq daxuyaniya bi nav nûnerên meclîsa rejîmê li dijî xelkê azadîxwaz ên Îranê, daxuyaniyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Xelkê xebatrkar ên Kurdistan û Îranê

Çalakvan, mamoste, xwendekar û jinên xebatkar

Piştî rojekê ji belavbûna daxuyaniya 227 endamên Meclisa Şêwreya Îslamî ya derheq binavkirina xwenîşander û azadîxwazên Îranê bi “mehareb”, Serokê Dezgeha Dadweriya rejîmê jî, piştevaniya wê daxuyaniyê kir û îdamkirina hejmarek ji girtiyên vê dawiyê pesend kir. Xulamhusên Muhsênî Êjeyî, ew jin û mêrên azadîxwazên ku di serhildan wê dawiyê de hatine girtin, wek dujminên ewlehiya Îranê bi nav dike û piştgiriya bidarvekirina hinek ji wan dike.

Gotinên bi vî rengî yên nûner û berpirsên rejîmê ya ku azadîxwazên Îranê wek “meharibe” nav dibe, nîşaneya bêdesthilatî û bêçareyiya desthilatdarên Komara Îslamî ye; di demekê de ku xwenîşandan û nerizayetiyên li nav qad û kolanên li Kurdistan û piraniya navçeyên Îranê di hefteya heştemîn de ye û tevî vê ku bl awayekî hovane têne serkutkirin, hejmara xwenîşanderan rû ji zêdebûnê ye û herifîna Komara Îslamî bûye daxwazek giştî li seranserê Îranê.

Em wek Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê, daxuyaniya 227 nûnerên meclîsê û vegotina Serokê Dezgeha Dadwerî ya rejîmê bi tundî şermezar dikin û daxwazê li tev tex û qadên civatgeha Kurdistan û Îranê dikin ku di nav xwenîşandan û nerizayetiyên xwe li ser şeqaman, bi her şêwazek guncaw wê daxuyaniya binav nûnerên meclisê û berpirsên rejîmê riswa û şermezar bikin.

Daxuyaniya nûnerên Meclîsê û paşê jî vegotinên Xulamhusên Muhsinêyî Êjeyî behsa egera cîbicîkirina pîlaneke nehis û biyom li dijî xelkê têkoşer ên Kurdistan û Îranê bi taybetî girtiyên vê tevgera nû û girtiyên siyasî dike. Her lewma em daxwazê li hemû hizb û aliyên siyasî yên Kurdistan û Îranê dikin ku tevî şermezarkirina daxuyaniyên bi vî rengî yên berpirsên rejîmê, hewl bidin ku vê siyaseta biyom ji nav bibin.

Em daxwazê li hemû navendên navneteweyî û damezraweyên mafê mirovî dikin ku ji bo azadkirina hemû girtiyên siyasî û girtiyên tevgera nû, givaşên xwe li ser Komara Îslamî zêdetir bikin û li hember zordarî û kuştina bêrehmane ya xelkê azadîxwazên Îranê bêdeng nemînin.

Serbikeve tevgera mafxwazî ya xelkê Kurdistan û Îranê

Biherife dîktatoriya Komara Îslamî ya Îranê

Jin, jiyan, azadî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê