Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serhildan li şeva 16ê Xezelwerê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam bû

11:10 - 8 Çirriya paşîn 2022

Di çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de duh şev 16ê Xezelwerê xwenîşandan kirin û keçên şoreşvan jî li ser dîwaran siloganan li dijî rejîmê nivîsîn.

Di bajarên Mihabad, Sine, Seqiz û Bokanê de xwenîşandana serhildêran berdewam bû û li bajarê Mihabadê xelk rijiyane ser şeqaman û xwenîşandanên berfireh lidar xistin û bi hilkirina agir şeqam daxistin û li dijî binyata rejîma Îranê silogan dan.

Li bajarê Bokanê keçên serhildêr li ser dîwaran siloganên wek “bimre pasdar, bimre Xamine” nivîsîn û xwenîşandanek berfireh lidar xistin û bi hilkirina agir şeqam daxistin.

Di bajarê Sineyê de xelkê serhildêr wek hemû şevan rijiyane ser şeqaman û bi hilkirina agir çendîn şeqam daxistin û siloganên wek “bimre Xamineyî, jin jiyan azadî” dan.

Di bajarê Seqizê de, xelkê serhildêr bi koktêl molotofan bersiva serkuta hêzên serkutker dan û li şeqaman û li ser banên xaniyan hêzên serkutker bi koktêl molotofan kirin bi armanca.

Herwisa li bajarê Abdananê li parêzgeha Îlamê kur û keçên wî bajarî bi hilkirina agir şeqam daxistin û xwenîşandan kirin.

Herwisa di bajarên cudan yên Îranê de bi taybet li çendîn taxên bajarê Tehranê xwenîşandana serhildêran bi rê çû û li bajarên Zencan û Reştê de agir berdane binkeyên besîcan û yek ji wan bi tevahî şewitandin.

Herwisa li bajarê Ehwazê, agir berdane peykerê Qasim Silêmanî yê terorîst û li bajarê Bûşêhrê di navbera hêzên serkutker û serhildêran alozî çê bû .

Di bajarê “Gunbed Kawûs”ê de ofîsa binav nûnerê meclîsa rejîmê ji aliyê serhildêran ve hate şewitandin.