Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara şehîdbûna serhildêrên Kurdistan û Îranê

11:38 - 8 Çirriya paşîn 2022

Zêdetir ji 52 rojan bi ser xwenîşandanên seranserî li Îran û Kurdistanê de derbas bû; Heta niha herî kêm 50 zarok û xwendekar ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin şehîdkirin.

Ajansa Nûçeyaniya “Hêrana”yê ku organa nûçeyan a komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê ye, hejmara şehîdên serhildana li Îran û Kurdistanê belav kir ku herî kêm 321 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hatine şehîdkirin.

“Hêrana”yê daye zanîn ku 50 ji şehîdên serhildêra seranserî zarok û xwendekar in.

Amara binçavkiriyên serhildanê ji 26ê Xermananê heta 16ê Xezelwera 1401an a Rojî, 14,823 kes hatiye ragihandin ku 12,932 kes ji wan kesan nasname û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn û malbatên wan ji qedera wan bê ageh in.

Ajansa Nûçegihaniya “Hêrana”yê hejmara xwendekarên binçavkirî 429 kes ragihand û daye zanîn: “Ev xwendekarên girtî ji 135 zanîngehên Îranê de hatine girtin.”