Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamostayên bajarê Seqizê derheq hevkariya birêveberên îdareya Perwerde û Hinkariyê, daxuyaniyek belav kirin

12:04 - 8 Çirriya paşîn 2022

Mamostayên bajarê Seqizê bi belavkirina daxuyaniyekê nerazîbûna xwe li hember hevkariya birêveberên îdareya Perwerde û Hînkariyê digel hêzên serkutker û navendên ewlehî û leşkerî yên rejîmê dane xuya.

Di daxuyaniya roja Duşemî 16ê Xezelwerê ya mamostayan de hatiye ku di heyama 50 rojên derbasbûyî de birêveberiya îdareya Perwerde û Hînkariya wî bajarî, tevî hevkariya bêşermane di serkutkirina xelkê de, hêz û alavên leşkerî di xwendingeh û cihên hînkariyê de cihgîr kirine.

Di daxuyaniyê de îşare bi hevkariya berpirsên îdareya Perwerde û Hînkariyê jî hatiye kirin ku li meşa serkutakariya rejîmê di serhildana “Jîna”yê de, tevî ku mûçeyên hejmarek zêde ji mamostayan bi sedema beşdariya wan di mangirtin, kombûn û xwenîşandanên seranser de kêm kirine, wan dosyeya zêdetir ji 8 mamostayên bajarê Seqizê bi heyeta serpêçiyan a Perwerde û Hînkariyê re şandiye.

Herwisa di daxuyaniyê de hatiye ku di wan 50 rojan de, hejmarek zêde ji mamostayan bo navendên ewlehî hatine banghêjkirin û lêpirsîn digel wan hatine kirin û di xwendigehan de hêzên taybet û ewlehî yên rejîmê, hejmarek zêde ji dersxwanan kutane û çendîn dersxwan revandine û hejmarek mamoste jî birîndar kirine.