Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê înkar dike ku kesek ji xwenîşanderan hatibe kuştin

12:12 - 1 Çirriya paşîn 2022

Rojanameya Îran a organa fermî ya kabîneya rejîma Îslamiya Îranê di îdi`ayek çewt de belav kiriye ku 35 kes ji hêzên rejîmê di xwenîşandanan de hatine kuştin û ti kesek ji xwenîşander nehatiye kuştin”!

Îdi`aya vê rojnameya rejîmê di halekê de ye ku, pêka amarên belavbûyî yên mafê mirovî, 287 kes ji xwenîşanderan hatine şehîdkirin û zêdetir ji 14 hezar û 161 kes jî hatine binçavkirin û amara serast gelek ji wan amaran zêdetir e.

Wê rojnameya rejîmê bo bi mezlûmnîşandana hêzên hov, serkutker û bikujên jin û zarokan, nûçeyek wiha çewt û derevek wiha mezin belav kiriye.