Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Rîşî Sunak”: Kiryarên rejîma Îranê, Rojhilata Navîn aloz kiriye

14:31 - 8 Çirriya paşîn 2022

Serokwezîrê Birîtaniya ““Rîşî Sunak” di civîna deverî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî de ku li welatê Misir bi rê ve çûbû, li derheq kiryarên rejîma Îranê û rola wê rejîmê li serkuta serhildêrên Îranê axivî.

Serokwezîrê Birîtaniya “Rîşî Sunak” di civîna deverî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî de tevî îşarekirin bi rola rejîma Îranê di alozkirina Rojhilata Navîn û wajonekirina pêşniyarên Yekîtiya Ewropa li derheq Bercamê de got: “Bi serkutkirina neraziyan ku piştî kuştina Jîna Emînî ve dest pê kiriye, rewş gelek aloztir bûye”.

“Rîşî Sunak” tekezî li ser girîngiya pêwendiyên Birîtaniya digel welatên derdora kendavê kiriye û daxwaza berfirehtirkirina pêwendiyên ticarî kiriye.