Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selîm Zencîrî Berpirsê Navenda Hilbijartina PDKÎ: “Rewşa niha ya Îranê ji zaf biyavan ve ciyawaz ji berê ye”

15:13 - 8 Çirriya paşîn 2022

Me li derheq rewşa Îranê û rojnamevanan li Îranê hevpeyvînek digel “Selîm Zencîrî” Berpirsê Navenda Hilbijartina PDKÎ kir û navbirî di beşek ji hevpînê de daye zanî: “Îran di asta cîhanî de, piştî Çîn û Miyanmarê, sêyem welat e ku bûye bi dojeh ji bo rojnamevanan û her ku diçe rewş xirabtir jî dibe”.

Hevpevîn: Hesen Mukerem

P: Hûn dawîn bûyerên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çawa dinirxînin?

B: Agirê serhildana ku li pey şehîdkirina Jîna Emînî li Kurdistanê de vegeşiya, bilez gurî û peşqelên xwe li dijî rejîmê bo hemû Îran û cîhanê avêtin. Serhildanek ku xwîna keça Kurd hêvênê wê, nîştimana wê jî alahilgir û jinên Kurd jî pêşenga wê ne. Serhildanek ku ciyawaz ji berê, tewawiyeta rejîmê bi armanc girtiye û roj bi roj xurt dibe. Bi wateyeke din, xebata gelên Îranê li dijî rejîma terorîstî a Îranê piştî şehîdkirina Jînayê derbasî qonaxek nû bûye û piştî çar dehikan ji desthilatdariya rejîmê, îro xwasta hevbeş a hemû netewe û pêkhate û tex û qatan, herifîna vê sîstemê ye. Duruşmên ‘’jin, jiyan, azadî’’ û ‘’Mirin bo stemkar, çi şah be û çi rêber’’ koka vê sîstemê hingavtine. Îrorojê ne tenê gelê Kurd, belkî gelên Fars, Belûç, Ereb, Azerî û hemû tex û qatên civakê li dijî rejîmê rabûne. Jin û xwendekarên zanîngeh û dibistanan berdewam li qadan in. Bi heman awayî Kurd û Îraniyên li Diyaspora û derveyî welat jî meş û xwenîşandanên girseyî lidar xistine ku bandorek mezin ji raya giştî a cîhanê û pêwendiyên zaf welatan bi rejîmê re kiriye. Ev yek, nîşaneyên baş in ji hevdengî û yekîtiya navbera gel û xelkê Îranê serbarê hemû hewlên afirandina dubendî û alozî, pîlan û propagendeyên rejîmê. Lewma rejîm serbarê tepeserî, girtin, kuştin û gefan nekariye wekî berê şeqaman kuntirol û dawiyê bi serhildanê bîne. Jiberku ji zimanê zorê zêdetir çi nizane û dixwaze agir bi agir bitemirîne! Bi giştî rewş û hevkêşe guherîne û heta eger serhildan sist û xaw jî bibe yan rejîm bikare kuntirol bike, dîsan ji nû ve dest pê dike. Jiberku civak wek bermîlek barotê ye, sebr û hedara gelan ji bindestî û zordestiyê nema ye û çirîskeke piçûk dibe sedem ku carek din weke borkanekê biteqe. Lewma bi geşbînî ve mêzeyî roj û mehên pêşiyê dikim.

P: Rêzdar Selîm Zenzîrî, hûn beşdariya tex qatên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê di vê serhildanê de çawa dinirxînin?

B:Rewşa niha ya Îranê ji zaf biyavan ve ciyawaz ji berê ye. Jiberku ji haleta xwenîşandanan derbasî serhildanê bûye. Wate berdewamiya xwenîşandanan, giştgîr û seranserîbûna wê, radîkalbûna durûşman û  berfirehbûna şeqara navbera xelk û rejîmê ji xalên cudaker in. Her çar paremeteran bi cidî cewhera nîzama totalîter bi nîşane girtine. Xala balkêş a vê serhildanê, beşdariya çalakane û pêşengbûna jinan e, xwenîşandan û hawara xwendekaran di nav piraniya zanîngehan de tê dîtin û bihîstin. Serbarê mezaxtina bûtceyeke zaf bo perwerdeya îdeolojîk, lê qutabiyên dibistanan zêdetirîn rol di vê serhildanê de hene. Karker û mamosta û hemû texên civakê kêm û zêde li şeqaman beşdar in ku tiştek kêmwêne ye. Bi taybetî, Kurdistanê vê carê jî selimand ku serbarê hemû cinayetan, dîsan kelha berxwedan û xebatê ye li dijî faşîzma mesebî a Tehranê, qahîm li pişt tevgera siyasî a xwe sekiniye û li halê veguhastina ezmûnên serketî ên xwe bo deverên din e.

Vêca ji ber vê ku rojên dijwar li pêşiya me ne, hewce dike serbarê domandina serhildana Jînayê, ruha tilorans, berxwedan û yekîtiyê û coşdana xebatê bihê bihêzkirin, daku ruha Jîna û Jînayan aram vehese û dara azadiyê jî ber bigre.

P: Rêzdar Selîm rewşa rojnamevanên Kurdistan û Îranê ku li dijî rejîmê û li derve çalakiyan encam didin çawa ye?

B: Bi giştî rojnamevanî û karê ragihandinê li welatên dîktatorî de, pîşeya herî metirsîdar e. Ji berku ew, çavê tûj ên civakê ne, û bi ked û tekoşîna xwe dixebitin ku ji riya zaniyariyên rast û durust ve civakê şiyar, ronî û zîndî bikin, ku ev resalet jî tam berevajî xwast û heza sîstemên dîktatorî ye. Çûnkî ew bo parastina xwe, di hizra xurtkirina tarîperestî, xurafat û paremayînê ji riya dezgehên  propagendeyî ên xwe ve ne. Rejîma Îslamî a terorîstî ya Îranê jî di çarçoveya vê hizrînê de cî digre û Îran kiriye mezintirîn girtîgeh bo rojnamevanan. Sansor, qutkirina înternetê, revandin û dizîna rojnamevanan, girtin û kuştin û hukmên giran bo rojnamevanan, parazît, fîlterîng û ... hwd wusa kiriye ku raya giştî a Îran û cîhanê ji zaniyariyên hewce û durust li dor tepeseriyên hovane û pêpeskariyên mafên mirovan ji aliyê desthilatê ve kêmhay be û di dema xwe de nekarin helwest yan reaksiyonên hewce nîşan bidin.

P: Pêka rapora nûçegihanên bêsînor, rejîma Îslamî di wê heyamê de 43 rojnamevan binçav kirine, gelo we ti zaniyariyek li derheq rewşa rojnamevanên hepskirî de li ber dest heye?

B: Belê Îran di asta cîhanî de, piştî Çîn û Miyanmarê, sêyem welat e ku bûye bi dojeh ji bo rojnamevanan û her ku diçe rewş xirabtir jî dibe. Bi taybetî ku niha rewşa siyasî li Îranê tevlihev e û serhildanek mezin di rojevê de ye, tê payîn ku rewşa medyakaran xirabtir be jî. Bêguman her kes dizane rewş û hukmê cudabîran û rojnamevanên girtî û bi giştî girtiyan li Îrana di bin desthilata Komara Îslamî de bi çi awayî ye. Ne tenê li navxweyî welat, heya li derveyî welat jî li dû rojnamevanên çalak û serbixwe de ye, vêca çi bi gefxwarin be, çi bi terorkirin û revandina wan. Di vê çarçoveyê de ye ku rêxistina nûçegihanên bêsînor bas ji girtina 43 rojnamevanan dike û hişdariyê li dor xirabtirbûna rewşê jî dide.

P: Rêzdar Selîm berdewam dibînin ku li cihên cuda yên Îran û Kurdistanê, di hereketeke şoreşgerî de xelk binkeyên besîcan û navendên girêdayî rejîmê agir didin, vê mijarê çawa dinirxînin?

B: Ji destpêka serhildana Jînayê ve heta niha, xelk bi awayekî şaristanî û aştîxwazane li ser şeqaman bûne û li dijî cinayet û tundûtûjiyên rejîmê silogan avêtine ku eva jî tiştekî normal, surûştî û rêpêdayî di hemû dunyayê de ye, lê eva rejîma terorîstî ya Îslamî a Îranê ye ku cehd kiriye û dike ji riyên tepeserî, kuştin û hovêtiyê ve xelkê bêdeng û serhildanê jî bifetisîne. Di çarçoveya van hovitiyan de heya niha bi sedan kes ku di nava wan de nêzîk 50 zarok jî hene, di nava xwîna xwe de gewizandine. Bi hezaran kesî girtine û birîndar kirine, her ku diçe, şidet û hovêtiya xwe zêdetir jî dike, mal û dukanên xelkê û samanên giştî têk dide û ...hwd. Eve jî doma siyaseta sîstematîk û di heman demê de dorandî ya rejîmê ye ku serê çar dehikan e hewil daye bo rewayîdana bi fetisandina wan dengan û temirandina agirê nerazîbûnê, wan xwenîşandanan girê bide bi biyaniyan, û belgeyên sexte di propagendeyên xwe de bona xapandina raya giştî nîşan bide. Niha jî bi heman awayî berdewam dixebite ku rûyê vê serhildana aştîxwazane bi kiryarên wusa kirêt bike. Her çend ku di yasayên navdewletî de, berevaniya rewa mafek surûştî ye, lê rejîm bi gulleyên şerî sîngê ciwanan dihingive û şeqam û bajar kirine bi qadên şer, û mizgeft, pirtûkên pîroz, cihên giştî dişevitîne û qutabxane û zanîngehan dike cihên leşkirî, keresteyên veguhastina giştî dixe xizmeta hêzên tepeserkar ên xwe de û ...hwd. Di rewşeke wiha de gelo mirov dikare çi navekî li vê hovêtî, bêexlaqî û bêpirensîpiyê bike? Yan eva ku niha bi eşkere bi bilindgoyan gefa serjêkirina xelkê li egera valanekirina şeqaman dikin, tenê ew reftar kêrî bejna Komara Îslamî û zaroka îdeolojîk a wê (DAÎŞ)ê tê!

Di hember de ger binkeyeke leşkirî yan navendek ku destê wan di kuştina xelkê de heye tê şevitandin, eva di çarçoveya berevaniya rewa de tê pênasekirin. Bi her hal ev rejîma zarokkuj ku di çend hefteyên derbasbûyî de berbirûyê vê serhildana bêhempa bûye, cîhan û deverê aramiyek mezin bi xwe ve dîtiye û zaf kirîz û pirsgirêkên mezin û kevnar ku destê rejîmê di afirandin û mezinkirina wan de hebû, di vê midehê de çareser bûne. Ew jî vê yekê diselimîne ku dujminê herî mezin bo evlehiya dever û cîhanê ku makeya teror û ajawe, dubendî û cinayetan e, Komara Îslamî ya Îranê ye, û cîhana bêy vê rejîma zarokkuj û terorîst, evlehî û armaiyê bi xwe ve dibîne.

P: Erk û rola Kurdan di vê rewşa hestiyar de çi ye?

B: Gelê Kurd mêjdem e ku cewher û rûyê rastîn ê rejîmê nas kiriye û serbarê ezmûnkirina hemû cur û metodên mirinê, lê stûxwar nebûye. Niha jî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya tevgera siyasî a xwe (Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê) ku temsîla piraniya rûniştvanên Rojhilatê Kurdistanê dike, gav bi gav li gel bûyeran diçe pêş û yekîtî û hevdengiyeke baş heye, lê renge têrê neke û hewce ye bona pêşgirtin ji dubarebûna dîrokê û her pîlan û dek û dolabeke neyaran, serbarê berdewamîdan bi vê serhildanê, li cehda xurtkirina yekîtiya navmala kurd û berfirehkirina Navenda Hevkariyê weke sîvanek kurdî bi yek pakêca netewî bi aliyên din re bikevin gotûbêjê. Madam ku hêvênê vê serhildanê xwîna kurdan e û starta wê jî Kurdistan, hewce ye Kurd xwe bi xwediyê vê serhildanê bizanin û wek ektereke xwebawer û teyar bi piştevaniya piraniya xelkê Kurdistanê di hevkêşe û hevbendiyan û şerê dariştina destûr bo sîstema pêşerojê de derbikevin. Nexwe aliyên oportonîst hene ku di boseya monopolkirina vê serhildanê, şibî şoreşa 1979’an a gelên Îranê de ne.