Me li derheq dawîn bûyer û erkên partiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê digel Mihemedsalh Qadirî nûnerê PDKÎ li Hewlêrê hevpeyvîn kir û navbirî di beşek ji hevpeyvînê e da zanî ku: “Ew serhildana niha li Rojhilatê Kurdistanê bê guman barekî giran dixe ser milê hemû partiyên xebatkar yên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê”
Hevpeyvîn: Sîmîn Rohanîzade
P: Dawîn bûyerên Rojhilat û Kurdistan û Îran çawan dinirxînin?
B: Eyane ku ew bûyerên serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê, destpêka proseyeke girîng ya hevpar di navbera hemû neteweyên li coxrafiyaya siyasiya Îranê de ye ku, bi awayeke bê hempa, ew raperîna wan pêgeha desthilata rejîma Komara Îslamiya Îranê êxistiye lerzînê û dixwaze bo rûxandina vê, anku xebat û têkoşînê pêş bixin, yanî destpêka proseyeke girînge bo rûxandina vê rejîmê, herçend ew serhildana han çê dibe bi hin sedemên wek nebûna opozisiyonek yekgirtî ku pêşengatiya wê bike ji aliyekê û ji aliyê din ve bi sedema tepeseriya hêza rejîmê ber bi lawazbûnekê ve here, an bi sedema nebûna piştevaniya navdewletî, nekare di demek kurt de bigihîje bi encamê, lê dikare bi awyekê yekgirtî derfeta vê hindê çê bike ku di demên paşerojê de ku wextê ew du karesat min anîn ziman, vê valahiyê tijî bikin, yek wekê opozîsiyoneke seranserî hebe, aliyek dinê piştgîriyeke navdewletî hebe, bê guman yê vê rejîmê ber bi rûxanê ve bibe, alîkî dinê dikarim bêjim wan bûyerên han karî bandoreke zêde mezin li asta navxweyî û ya navdewletî de pêk bîne ku êdî em dikarin bi xatircemî ve bêjin rejîma Komara Îslamî ji niha şûnda vê serhildanê tevî mahita vê pêşî vê serhildanê guhertinek tê de çê bibe, ew guhartin jî yek tirsa geşenekirina vê serhildanê di nav xwe de bo wê karekê bike ku ew serhildana han zêde pêş nekeve, ya din jî di bin givaşa saziyên navdewletî û helwêsta siyasiya welatên derve, neçar dibe ku hindek sextgîriyên xwe li warê olî ve li ser mijara jinan bi taybetî yan reftara karbidestên wan ew reftara tund ya zulm û serkutkirina xelkê kêmek ji wan tiştên xwe guhertineke nerim pêk bîne ku bikare kontrola vê rewşa heyî bike yanê em dikarin bêjim ew hereketa vê carê ya serhildana han ku bi yekîtiya hemû netweyên Îranê û hemû pêkhatan hate lidarxistin, dengvedanek mezin çê kir û bandoreke girîn li asta navxwe û asta navdewletî de çêkir, lê, bi sedema vê yekê ku opozisiyoneke yekgirtî nîne ku pêşengatiya vê hereketê bike, ji aliyek din ve hêj siyaseta welatên zilhêz bo piştgîrîkirina vê opozîsiyonê yan vê raperînê bo rûxandina vê rejîmê hêşta negihîştiye vê merhelê, mixabin rejîm yê bikare bo heyamek demkî wan raperînên han kêmekê lawaz bike, lê, ew nayê vê wateyê ku ew raperînan li paşerojê bi awayeke xurtir neyên lidarxistin.
P: Di rewşa niha ya serhildana Rojhilatê Kurdistan û Îranê erkên partiyên Kurd çi dibe?
B: Ew serhildana niha li Rojhilatê Kurdistanê bê guman barekî giran dixe ser milê hemû partiyên xebatkar yên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, ew jî berî her tiştî eva ye ku ew hêz û aliyên siyasî cuda ji wan cudahiyên bîr û ramanên ku di navbera wan de heyî bi her rengekê lê di mijara girêdayî bi xebata dijê rêjîma koma Îslamî de, li mijara piştevanî ji wê raperîna han yekdeng bin yekrêz bin hevaheng bin dakû ew hevahengî û yekrêziya wan bikare baweriyek zêde di nava gel de pêkbîne bikare bibe hêzekî zêdetir hem di qada hereketa navxweyî hem jî di qada xebata dîplomasî de yên girêdayî bi ragihandin û girêdayî bi hêza Pêşmerge, li ber ku bûyerên ku niha li Rojhilatê kurdistanê û Îranî yan Rojhilata Navîn de çê dibin bûyerên gelek lezgînin û bandora wan li ser yek heye, lewma hewceye ku hêzên Rojhilata Kurdistanê jî bikevine nava tevgera tedbîrên amadekariyê heta ku bikarin li hember wan bûyerên têne pêş çi bo xwe parastinê yan jî bo mifah wergirtin ji derfetekê bi gelê xwe ve girêdayê bin û bikarin karîgeriyê çê bikin, li ber wê jî ez bawerim berî her tiştî zerûreta li hev nêzîk bûn, yekrêzî, bi hevre hevaheng bûn û kar kirin di hemû qadên xebatê de eva dikare erkeke be li ser milê hemû partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê weke bersiv dayînekê be bi wê zerûreta han li hember serhildana gelê Kurd ku çêbûyê, hewceye partiyên me ku çawan di nava gel de serhildan bi awayekî yekrêzî têt lidar xistin bi wî awayî jî partiyên siyasî bersivek erênî bidin bi yekrêzî û hevahengiyan wan.
P: Dersxwan û xwandekar bi berdewamî wêneyên Xomeynî û Xamneyî parçe parçe dikin û dihavêjin, ev yek çi peyameke bo rejîma Îslamî?
B: Ya ku em dibînin xwandevanên di xwandingeh û zanîngehan de an xelkê tex û qatên cuda cuda yên civakê wêne û hêmayên rêberên rêjîma Komara Îslamî di herifînin û tînin xwar û dişewitînin, di heqîqet de wedigere bo bilind bûna asta hişyariya siyasî ya civakê ku piştî 44 salan êdî dizanin ewê rejîmê li tevahiya temenê xwe de çi daxwaziyek xelkê cîbicî nekiriye û êdî xelkê çi bawerî û hêviyek bi wê rejîmê nemane û hêvî bi çi qewl û qirarên lêbanok yên karbidest û berpirsên rejîmê nemane , ber hindê jî êdî rejîmê li tevahiya temenê xwe de mehkûm bi nemanê dikin. Bi wî wateyê ku ev hereketa han cudatir ji hereketên hemû carên din e ku eger pêştir hereket weke nerazîbûnê bo wê ku dawaziyeke xwe bînin cî weke giranî, bêkarî û … hwd, daxwaziyên xelkê di warê xizmetguzariyên rojane de bûn. Lê, vê carê xelk êdî çi daxwazî tunîn in, cuda li wê hindê ku dixwazin ew rejîm biherife yanî ew helwêsta han ku hêmayên rejîmê û rêberê wê rejîmê kirine armanc bi nêrîna min hişiyariya siyasî ya wî xelkî ye ku mahiyeta rejîmê li tevahiya temenê xwe de naskirine û îradeya wan bo herifîna wê rejîmê ye.
P: Bo berdewambûn û ser xistina vê şoreşê xelk dibe çi bikin?
B: Ji bona berdewamkirina vê serhildanê dikarim bêjim xelkê Kurdistanê hewceye bi awayekê waqi`ibînane raperîna li Rojhilatê Kurdistanê wekû beşek li raperîna hemû beşên dinê yê Îranê bête helsengandin daku li gor waqîyeta heyî li gor îmkan û derfetên heyî bi awayekê wekû têçûyeke kêmtir û telefatek kêmtir di eynî hal de bikare destkevtên ku heta niha bi dest xwe ve înanî biparêzin û di eynê hal de ew destkevtên han bi sebeba vê yekîtî û yekrêziya ku di navbera gelê Kurd û li hemû bajaran di nav qat û texên cuda cuda yên gelê Kurd çê bûye, ew dê biparêzin an ya herî girîng parastina yekîtî û yekrêziya nav rêfa gel e, ya duyem jî waqi`ibîniyeke siyasî ye ku dûr ji aliyê hestekê ye ku bikarin wê rewşa han çawan îdare bikin, an jî ku tedbîrê xweparastinê bistînin belkû bi têçûyeke kêmtir ku derfet hebe hereketa xwe bidomînin û wextê derfet nebe jî bikarin wan destkevtên ku heta niha destxistine wan biparêzin, daku bo qonaxeke dinê bi awayekê ku hewce be li gor rêkxistinekê li gor tecrûbeyekê dahî zêdetir, mil bi milê rewşa girêdayî bi seranserê Îranê hereketê bikin, ne zêdetir û ne jî kêmtir yanî rewşeke hanekî dikare pêgeha gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê biparêze bitaybetî jî ew weke Navenda Hevkariya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, em dibînin bi awayeke mentiqî û waqi`î, li warê siyasî ve ew helwest û ew rênimayên ku girêdayî vê rewşê yanê bo gelê me digrin ew dikare alîkar be bo wê ku ew pira baweriyê di navbera gelê me de, tev partiyên me, bê parastin da ku bikarin li hember pîlanên rejîmê rawestin û kar û xebatên xwe li gor derfetên ku li ber destê wan in bidomînin.
P: Dawîn gotina we li derheq xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê çiye?
B: Gotina dawîn ku bixwazim erzî we bikim ew rastiye ye ku, gelê Rojhilatê Kurdistanê û herwiha yê Îranê di vê serhildanê de yek rastî bo wan derkevt û ew jî ev e ku tenê bawerî bi îradeya xwe hebin tenê li gor îmkan û derfetên heyî vê serhildana xwe vê şoreşa xwe pêş bixin, yanî li gor waqi`îyetên ku di vî dinyayê de heye yanê tedbîrê xweparastina xwe û hêviyên xwe li ser wan rastiyên heyî ava bikin daku, dûr li aliyê hestekê li aliyê weh û xeyalat ku hinek alî bixwazin xelkê li gor îhsasatên demkî tehrîk bikin lê, ya restî ev e ku em dibînin dinyaya îro di gonaxeke girîng de ye, ewa ku paşî şerê Rûsiyê û Ukraynê ku bûye rojeva dinyayê, aliyeke dinê jî ew riqabeta di navbera zilhêzan de li gor wan hevkêşeyên siyasî, berjewendiyên wan ên stratîjîk ên di Rojhilata Navîn de an hin cihên dinyayê de bi hev re nakok in, ew di demek ha de mixabin hîn maye ku mijara demokrasiyê û mafê mirov û ew serhildana ku niha li Îranê de heyî bo wan bibe mijara rojê an bibe bi sertîtra rojnameyên wan, ku wisane, yanî ew bawerî bixwebûna xelkê dikare li gir rastiya heyî vê xebatê pêş bêxe, neçî mo`izizeyek çavnhêrê hindê nebin ku yê çê be an çi hêzeke dinê yê derve yê bê vê rejîmê bo wan biroxîne, ku wisane ev ne li ser îmkanên xwe li gor waqi`îyeta heyî çawan xwe rêk dixin bi piştîvaniya partiyên xwe yên siyasî ku niha di meydanê de heyî neku li yê ku heyî yê ku li Ewropayê de rûniştibin û destûrê bidin wan û meydana emel de jî tehemula çi mesûliyetekê nekin li hember serniwişta xelkê ku, xelk çawan tên kuştin an xelk çawan penaber dibin, an tên girtin ku nekare çi himayetekê li xelkê bike an nekare çi xizmetekê wan re bike, ku wisane di cihê xwe de ku xelk bi berçavgirtina wan rastiyên han xwe sazimandehîtir bike xwe yekgirtîtir bike, hemahengiya di navbera neteweyên Îranê û pêwendiyên wan bi çîn û qatên cur bi cur, yê derfeta vê hindê çê bike ku eger îro jî bi her sedemekê be ew serhildana an qonaxên demkî de tê pêşbînîkirinê ku lawaz bibe ya rejîm bo heyameke demkî bikare kontrol bike lê, di derfeteke din de ew serhildan yê careke din biteqe, bi wan tecrûbeyên ku dest xwe xistinî bi vê rêkxistina kirî bi vê yekgirtina heyî bi vê bawerî bixwebûna heyî aha yê hingê bikare netîceyeke baştir ji niha heyî bi dest bixe li demeke wisa de, hingê ye jî hêzên elaqedar bi berjewendiyên xwe li Îranê de yê hesabê li ser hereketa xelkê bikin, ez bawer im hingê yê helwestên wan jî bo piştevaniya vî raperînê yê zêdetir bibin.