Xelkê Merîwanê îro 17ê Xezelwerê, ji bo sê rojeya şehîd “Nesrîn Qadirî” li nav goristana Mistefayî ya bajarê Merîwanê amade bûn û tevî vê ku li dijî rejîmê û caşan silogan dan, sirûda netewî ya “Ey Reqîb” li ser gora şehîd Nesrînê xwandin.
Destpêkê xelkê li nav goristan Mistefayî kom bûn û silogana mirin bo Xamineyî dan. Paşê wan silogana “caş bes e gewadî” dan.
Piştî vê yekê birayê şehîd Nesrîn Qadidrî spasiya amadebûna xelkê kir û çend gotinek pêşkêşê xelkê kir.
Xelkê amade li ser tirba şehîd Nesrînê, hemûyan bi hev re sirûda “Ey Reqîb” gotin.
Piştî vê sirûdê xelkê çend siloganek li dijî rejîmê dan û sirûda “Ey Şehîdan” jî xwandin.
Spaha pasdaran bi helîşatê çavdêriya xelkê dikirin, lê xelkê her guh nedayê û sirûdên xwe berdewam kirin.