Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Pîrozbahiya Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê bo serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

10:28 - 9 Çirriya paşîn 2022

Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî yê PDKÎ di pyamekê de rû li Mes`ûd Barzanî Serokê PDK, birêvebirina 14`emîn kongireya PDK, ji navbirî û endamên vê partiyê re pîrozbahî got.

Deqa peyama wiha ye:

Rêzdar Mes`ûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê!

Tevî silav û hormet

Ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve, bi hilkefta serkevtina 14`emîn kongireya partiya we û herwisa hilbijartina we wekî serokê partiyê pîrozbahiyê ji we ra dibêjim û her bi vê hilkeftê ji tev endamên rêzdar yên rêberatî û cemawerî yên partiyê re pîrozbahiyê dibêjim.

Hêvîdarim rêberatiya nû ya Partiyê bi serokatiya we di ber bi pêşvebirina zêdetir a doza Kurd û aştiya birayetiyê li Başûrê Kurdistanê de şûndaner be.

 Digel spasan

Partiya Demorkat a Kurdistana Îranê

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî

Mistefa Hicrî

7`ê Çiriya Paşîna 2022`an