Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîkayê “Jeo Biden” rewşa awarte ya neteweyî bo Îranê demdirêj kir

10:38 - 9 Çirriya paşîn 2022

Roja Sêşemî 17`ê Xezelwerê serkomarê Amerîkayê “Jeo Biden” di nameyekê de bo rayedarên Micilsa Nûneran û Sineya Amerîkayê, rewşa awarte ya bo Îranê demdirêj kir.

Herwisa “Jeo Biden” ragihandin, pêwendiyên di navbera Îran û Amerîkayê hîn jî, normal ninin û biryara birêvebirina piroseya lihevkirinan digel Tehranê li rêkevta 29`ê Befranbara 1359`an (19`ê Rêbendana 1981`an) hatiye dan û ji ber vê yekê jî biryarên hatinî standin divê yên di vê rêkevtê de bona berxwedanîkirin li hember vê rewşa awarte de, piştî rêkevta 14`ê Sermaweza 2022`an berdewam bin.

Ew fermana Amerîkayê, 43`ê salan berî niha di rojên wiha de ji aliyê hemû rayedarên Amerîkayê ve hat pejrandin û demdirêj kirin.

Pêka vê biryarê dewleta Amerîkayê, bona li hember derkevtina gefên neasayî û metirsîdar yên rejîma Îranê,  dikare hin karan encam bide û her di vê pêwendiyê de serkomarê Amerîkayê dikare jî dest bi ser milk û darayên Îranê de bigire.