Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e

10:46 - 9 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbasbûyî 17`ê Xezelwerê, xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi awayên cuda berdewam bû û xelkê bi awayên cuda kerib û kîna xwe ji rejîma Îranê nîşandan.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên weke “Kirmaşan, Sine, Seqiz, Merîwan, Bokan, Tehran, Kerec, Reşt, Kirman, Meşhed, Yezd, Erdebîl” û çendîn bajarên din bi agir rêyên nava bajar asteng kirin û wêne û benêrên taybet bi rejîmê û rêberên rejîmê şewitandin û  bi agir êrîşkirine ser binkeyên rejîmê û bi dana siloganan bêzariya xwe ji rejîmê nîşandan.

Li bajarê “Kirman”ê hevwelatiyan bi agir êrîşkirine ser binkeyek ji besîcên Xamineyî û şewitandin.

Pêka dîmenên hatinî belavkirin, hejmarek zêde ji hêzên serkutkar yên rejîmê bo nava bajarên “Erdebîl û Urmiyê” ji tirisa serhildana xelkê hatine veguhastin.