Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlevî Ebdulhemîd: Êrîşa çekdarî ya xelkê Xaşê bo ser fermandariya wî bajarî dreve

11:27 - 9 Çirriya paşîn 2022

Mewlewî Ebdulhemîd yek ji rêberên olî û rexnegir û pêjnmêjê mesebê sonî yê Zahidanê, gotinên rayedarên rejîma Îslamî yên li derheq êrîşa çekdarî ya xelkê Xaşê bo ser fermandariya wî bajarî drev derxist.

Herwisa navbirî di hevdîtina digel xwandekarên jin yên zanîngehên cuda yên Zahîdanê de got: “Cihê heyrîmayînê ye ku hin berpirs bi cihê vê ku cinayetkarên ku xelkê bêsûç kuştine sûçdar bikin, mixabin berevaniyê ji wan dikin û  dibêjin xelkê bi çekdan êrîş ser fermandariya Xaşê kirine , ev gotinên han di demekê de ne ku li Xaşê ne jî li Zahidanê êrîşa çekdarî nebûye”.

Roja Înê 13`ê Xezelwerê di demekê de ku li Tehranêl kombûnên nerizaytiyê li lidijî rejîma cinayetkar birêve bûn, li Zahidan  û çend bajarên din yên ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, xelkê xwenîşandan lidairxisbûn lê, hêzên cinayetkar yên rejîmê rasterast teqe ji xelkê xwenîşanderan kirbûn û di encamê de hejmarek zêde ji xelkê bê berevankar kuştin.