Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa xwandekaran li zanîngehên Kurdistan û Îranê berdewam e

13:50 - 1 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbasbûyî 9`ê Xezelwerê xwenîşandana xwandekaran di zanîngeh û xevtingehên Kurdistan û Îranê de berdewam bû.

Li xvetingeha zanîngeha “Senetî” ya bajarê Urmiyê xwandekaran bi hevre kombûn û li dijî rejîma Îranê silogan dan û piştevanî ji xwandekarên binçavkirî kirin.

Pêka zanyariyên belavbûyî çendîn xwandekar li zanîngehên bajarê Urmiyê de hatine binçavkirin û herwisa berpirsên zanîngehê bi xwandekaran re ragihandine ku ger di polên xwandinê de amade nebin demldest ji zanîngehê dê bên derixistin û herwisa hatiye zanîn ku bi awayê şevane êrîşkirine nav xewtingehan de û xwandekar binçav kirine.

Herwisa xwandekarên “Îslamşehr”ê jî şeva derbasbûyî li xevtingehê xwe de kombûn û li dijî rejîmê silogan dan û jî hêzên rejîmê êrîş kirine ser wan û çend xwandekar binçav kirin.

Berdewamiya kombûnên xwandekaran di xevtingehan de bi awayê şevane di demekê de ye ku, bi roj di dehan zanîngehên Kurdistan û Îranê de şoreşek berfireh tê lidar dixin û hemû xwandekar bi yekîtî û tebayî li hember hêzên rejîmê û teqeyên wan disekin.

Ji aliyek din ve, tevî wan kombûnan bi şev û bi roj ,xwandekar çalakiyan jî lidar dixin û li ser der û dîwarên zanîngeh û xevtingehan siloganên li dijî rejîmê dinivîsin.