Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewenda Îranî carek din li bajarê “Naşvîl”ê kombûnek lidar xisit

11:39 - 9 Çirriya paşîn 2022

Roja Yekşemî 15`ê Xezelwerê, carek din rewenda Îranê li wilayeta “Tênsî” li bajarê “Naşvîl”ê kombûnek lidar xist.

Di vê kombûnê de xwenîşanderan bi dana siloganan û bilindkirina wêneya “Jîna Emînî” û xwandina sirûdên dijî rejîma Îranê, ji xwenîşandan û mangirtinên seranserî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştevanî kirin.

Herwisa endam û alîgirên PDKÎ di wê xwenîşandanê de bi alaya Kurdistanê û wêneyên şehîdan beşdarîkirin û piştevaniya xwe ji bo xelkê Kurdistanê dubare kirin.