Piştevaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji çileya şehîdên Belûçistanê
Xelkê şoreşger yên Îran û Kurdistanê!
Herçawan ku hûn dizanin, malbatên canjidestdayan û girûp û navendên siyasî daxwaza birêvebirina merasima nerazîbûnê bo çileya kuştiyên Belûçistanê kirine. Em tevî piştevanîkirin ji merasima çileya şehîdan, li gorî hevahengiya zêdetir û piştevanîkirina berfirehtir ji nerizayetiyên xelkê yên bêzar bûyî ji Îranê, ji hemû xelkê Îran û Kurdistanê daxwaz dikin ku, roja Çarşemî 18`ê Xezelwerê, bi her awayî ku îmkan heye, kuştina xelkê Belûçistanê ya li roja Îna xwînavî de şermezar bikin û tevlî xwenîşandanan bibin, û herwisa hevpêwendiya xwe digel malbatên canjidest dayan û xelkê şoreşger yên Belûçistanê rabigihînin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
17`ê Xezelwera 1401`an
8`ê Çiriya Paşîn a 2022`an