Di xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkarî û cinayetên rejîma Îslamî de, Fayîq Mamqadirî, kurê Resûl û xelkê bajarê Mehabadê ku birîndar bibû şehîd bû.
Îvareya roja Şemî 23`ê Rezberê sê welatiyên bi navên Faqyîq Mamqadirî, Me`sûd Fereczade û Dana Mamqadirî yên xelkê bajarê Mehabadê ku, di xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê li bajarê Mehabadê de, bi teqeya rasterast ya hêzên serkutkar û cinayetkarên rejîmê birîndar dibin.
Roja Çarşemî 18`ê Xezelwerê, Fayîq Mamqadirî di encama teqeya rasterast ya hêzên rejîmê de ku birîndar bibû, ji ber kûrahiya birînan li nexweşxaneyeke li bajarê Urmiyê şehîd bû.