Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa xwandekaran di çepera zanîngehan de berdewam e

22:01 - 9 Çirriya paşîn 2022

Îro Çarşemî 18`ê Xezelwerê, hevdem digel çileya şehîdên “Belûçistan”ê, xwandekarên zanîngehên Îranê carek din serhildan û li dijî rejîma Îranê silogan dan û bêzariya xwe nîşandan.

Li zanîngehên Tehranê, weke “Emîrkebîr, Elim û Ferheng, Huner û Mê`imarî, zanîngeha Tewrêzê, zanîngeha Şîrazê” û çendîn zanîngehên din xwenîşandan berdewam bû.

Li zanîngeha Huner a bajarê “Tewrêz û Tehran”ê pêrfurmênsek li derheq şehîdkirina “Xudanûr Leceyî” ji aliyê xwandekarên wan zanîngeha ve hat lidarxistin.

Herwisa li beşek ji wan zanîngehan de, siloganên weke, “Hate kuştin Xudanûr bi destê çend xwefiroşan, Xamineyî qatil e, wilateya wî betale, ji Zahidanê heta Tehranê, canê me gorî Îranê” bêzariya xwe ji rejîmê  nîşandan û piştevanî ji cileya şehîdên Zahidanê kirin.

Herwisa derisxwanên hin ji bajarên weke “Sine û Qurwe” jî hatine ser şeqaman û bêzariya xwe ji rejîma zarokkuj nîşandan.