Duh şev 18ê Xezelwerê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan de serhildêran xwenîşandan kir û li dijî rejîma Îranê silogan dan, şeqam daxistin û li şeqaman agirê serhildanê hil kirin.
Li bajarên wek “Mihabad, Sine, Bokan û Seqiz”ê de serhildêran xwenîşandanek berfireh lidar xistin.
Di bajarê Mihabadê de, serhildêran şeqam daxistin û bi hezaran kes ji xelkê serhildêrê bajarê Mihabadê li ber deriyê mala şehîd “Fayiq Mamqadirî” kom bûn û pêşewazî ji termê wî şehîdî kirin û di şeqaman de agir hilkirin.
Di bajarê Sineyê de xelkê serhidêr rijiyane ser şeqaman û bi siloganên “bimre diktator û bimre Xaminmeyî” xwenîşandanek befireh lidar xistin û serhildana seranserî domandin.
Di bajarê “Seqiz”ê de, piraniya şeqamên wî bajarî li destê xelkê de bûn û di piraniya wan şeqaman de agir hil kirin û silogan li dijî binyata rejîmê dan.
Di bajarê Bokanê de xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê siloganên “bimre dîktator, bimre Xamineyê” dan û şer û pevçûn di navbera hêzên serkutker û serhildêran de qewimî û hêzên serkutker bi awayê rasterast û bi gulleyên şer teqe li serhildêran kirin û 5 kes birîndar bûne.
Di bajarê Qurweyê de keçên dersxwan rijiyane ser şeqaman û xwenîşandanek berfireh bi rê ve biirin û siloganên “jin jiyan azadî, em temaşaçî naxwazin tevlî serhildanê bibin” dan.