Duh şev 18ê Xezelwerê termê şehîd Fayiq Mamqadirî yek ji serhidêrê bajarê Mihabadê ku bi sedema kûrahiya birînên xwe li nexweşxaneya Urmiyê de canê xwe ji dest dabû, ber bi Mihabadê ve hat û xelkek zêde li Mihabadê pêşwazî ji termê wî şehîdê Kurd kirin.
Xelkê di dema pêşwazîkirin ji termê şehîd Fayiq de, siloganên wiha dan: “Qasimlo rêya te berdewam e, bijî Hizba Demokrat, Kurdistan goristana faşîzman”
Wan paşê jî ev silogannane jî dan: “Bo jîna, bo Fayiq, bo azadiya Kurdistanê”.
Paşê bi hezaran kes li ber deriyê mirîşûxaneyê kom bûn û sirûda netewî ya “Ey Reqîb” xwandin.
Xelkê kombûyî li ber deriyê mirîşûxaneyê, sirûda “Ey Şehîdan” jî bi hev re xwandin.
Ev bi hezaran kes bûn û ber bi goristana Mihabadê ve çûn û termê şehîd Fayiq danîne ser milêm xwe û hemûyan bi hev re gotin “şehîd namirin.”
Şehîd Fayiq êvareya Şemî 23ê Rezberê, li nav serhildana xelkê Mihabadê de bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîma tepeserker a Îranê bi tundî hatibû birîndarkirin.