Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, koloberekî Kurd ê bi navê “Dara Şêxmuradî” xelkê bajarê “Selasa Bawecanî” di encama teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê de hat birîndarkirin.
Roja Sêşemî 17ê Xezelwerê, “Dara Şêxmuradî” ê xelkê “Selasa Bawecanî” di sînorê “Mîle” yê girêdayê bajarê Newsûdê de, ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê ve hat birîndarkirin û hêzên leşkerî ji nêz ve û bi bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberê Kurd kiribûn.
Navbirî bo tedawiya pizîşkê bo navenda dermanî hatiye veguhastin û rewşa navbirî bi baş hatiye ragihandin.