Xelkê li Mihabadê bi tevahî girev girtin
Îro roja Pêncşemî 19ê Xezelwera 1401an a Rojî, li bajarê Mihabadê dukandar û bazariyan bi giştî dukanên xwe daxistin û li hember serkutkariya rejîma Îranê man girtin.
Xelkê li taxa “Piştep, felekeya Sa`et, çar rêyên Mewleyî, çar rêyên Azadî û di navenda bajar de” dukanên xwe daxistin û gireva giştî bi rê ve birin.