Xelkê Merîwanê bi minasibeta çileya Muxtar Ehmedî, şehîdê serhildana seranserî, li ser tirba wî amade bûn û li dijî rejîmê silogan dan.
Îro roja Pêncşemî 19ê Xezelwera 1401an a Rojî, xelkê Merîwanê bi minasibeta çileya şehîd Muxtar Ehmedî, li nav goristana “Darseyran” û li ser tirba şehîd Muxtar Ehmedî amade bûn û li dijî rejîmê silogan dan.
Siloganên xelkê ev bûn: “Mirin bo Xamineyî, mirin bo dîktator, jin, jiyan, azadî, dayê megirî bo xortê xwe, merc be emê bistînin tolê.”
Êvareya Şemî 9ê Rezberê, Muxtar Ehmedî di nav serhildan xelkê Merîwanê li dijî rejîmê bi gulleyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê hete şehîdkirin.