Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bangihêjiya bazarî û dukandarên Kurdistanê ji bo tevlîbûna bazarî û dukandarên seranserê Îranê bi şoreşa seranserî ya xelkê Îranê

11:32 - 11 Çirriya paşîn 2022

Bazarî û dukandarên Kurdistanê, di banghêjyekê de ji bazarî û dukandarên seranserê Îranê dixwaz kirin ku tevlî şoreşa seranserî bibin.

Beşek ji deqa bangihêjiyê wiha ye:

Bi navê “Jin, Jiyan, Azadî”

Hevwelatiyên hevpîşe, bazariyên qedir bilind yên li bajarên weke, Tehran, Tewrêz, Îsfehan, Qezvîn, Ehwaz û … hwd, li Kurdistanê silavên me werbigrin.

Bê guman hûn û em bi zelalî şahîdê zilma eşkere ya desthilatdariyê bi dirindanetirîn şêwazên sedsalên navîn li derheq neteweya xwedî romet a Îranê ne, zilma ku ti sînorekê nas nake û rûyê tev cinayetkaran û dagîrkerên dîrokê li serdemê Çendgîrxanê Moxol heta sedsalên jin û Rûs li dijî nîştimana Îranê spî kiriye.  Kuştina zêdeyî ji 50 zarokî, sedan jin û mêr û bi dehan hezar girtî di bin tunditrîn îşkenceyan ku li “K.G.B” mîrat wergirtiye û gefa bidarvekirina wan bi pejirandina 227 nûnerên desthilatê û dizîna rojaneya dersxwanan û xwandekaran, tenê aliyek ji cinayetên wan in ku li ser navê Xwedê û olê di wê nîştimanê de ji aliyê desthilatdarên Komara Îslamî ve hatiye talankirin, weke av wexwarinê tê encam dan.

Herwisa di dawiya vê bangihêjiyê de hatiye, Ji bîra we be ku nifşa îro kevtiye dojeha desthilatê de ku em bazarî li destpêkê û di dirêjahiya çar dehkên li temenê bixwîn a wê de rol hebûye, niha dema qerebûkirina xemsariya  şoreşa 57`an ne.

Mangirtina bazara Îranê wate dawiya temenê desthilatdariya Zehak e, werin em bazarî Kaweyê Asinkar bin.

Bazarî û dukandarên Kurdistanê.