Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya 32 ji parêzerên dozgeriya parêzgehên Kirmanşan û Sine li derheq xwenîşandanên heyamên derbasbûyî de

12:52 - 11 Çirriya paşîn 2022

32 parêzerên dozgeriya parêzgehên Kirmaşan û Sine di daxuyanê de rû li berpirsên li desthilatê de daxwaz kirin,  ku “Mafê destnîşankirina çarenivîsa xelkê wergerînin”.

Beşek ji deqa daxuyaniyê wiha ye:

Mafê destnîşankirinê çarenivîsa xelkê wergerînin

Ew heyama salan e ku welatê me bask bi baska hejarî û felaket û gendeliyê, ber bi jinav çûnê ve ye û tevî hebûna şiyanek mezin, welatê me di dawiya rêza welatên pêşketvtî yên  cîhanê de cih girtiye.

Sebeba sereke ya paremayînan jî, tiştek bilî desthildariya kêrnehatî û hebûna berprisên bêşiyan û siyasetên kêrnehatî tiştek din nine.

Encama desthildariya şaş ya di heyama çend dehkên derbasbûyî de, embara barûta nerizayetiyên hevwelatiyan e ku, bi belengaziya “Mehsa”yê teqî û encama vê bû bi rû bi rû bûna xelkê digel hikûmetê.

Niha jî çareseriya vê kirîzê û pirsgirêka mezin, ne bi kuştin û ne jî bi kelepçekirinê ye.

Gel dixwaze mafê xwe yê çarenivîsê ku di prensîbên 6 û 56 ên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye naskirin, bi kar bîne.

Mafê çarenivîsê daxwaza herî girîng e ku îro gel diqîre. Eger baweriya me bi mafê diyarkirina çarenivîsa gel heye, yekem pêwîste, dûrxistina hemû berpirsên pilebilind bi xast û îradeya gel bê kirin.

Herwisa di dawiya daxuyaniya wan 32 parêzerên parêzigehên Kirmaşan û Sine de hatiye.

Îro hikûmet û desthilatdar ji her demê zêdetir di nav gel de bi tenê ne û serhişkî û îsrara li ser biryarên şaş, dê welat ber bi riyeke tirsnak û bêveger ve bibe û mayîna vê embara barûtê ya mezin biteqîne.