Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berxwedana xelkê serhildêr li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e

11:54 - 11 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbasbûyî 19`ê Xezelwerê, di 55`emîn şeva serhildana seranserî ya Kurdistan û Îranê, xelkê berxwedêr li çepera şeqaman de amadebûn.

Xelkê xwenîşander bi awayên cuda bêzariya xwe ji rejîma mirovkuj nîşan dan.

Li bajarên “Mûçiş” a girêdayî bajarê “Kamêran”ê bo cara yekem jin û keç û xortên wî bajarî bi kerib û kînek zêde wiha rijiyane ser şeqaman û bi agir rêyên bajar girtin û li dijî rejîmê silogan dan, û kontirola kolan û şeqamên wî bajarî di destê welatiyan de bû.

Ji aliyek din ve welatiyên xweragir yên bajarê “Mehabad”ê li ser şeqaman bûn, û wiha silogana “Ji Kurdistanê heta Sîstanê divê bê azad kirin” dan û herwisa êrîşkirine ser binkeyeke besîcên Xamineyî û şewitandin.

Li bajarê “Merîwan”ê ji hin şeqaman bi agir ji aliyê welatiyan ve hatibû girtin.

Herwisa xelkê bajarê “Seqiz”ê jî wiha bi maşînan di nava şeqaman de bûn.

Li bajarên Îranê jî hewelatiyan bi awayên cuda li hember rejîmê derketin.

Herwisa li bajarê “Reşt” xelk li ser şeqaman bûn, û li dijî rejîmê silogan dan û xwenîşandanên xwe berdewam kirin, hêzên rejîmê weke berê êrîş kirine ser wan û di encam de keçek ciwan bi dijwarî birîndar bû.

Li “Tehranparis”ê jî xelk  li ser şeqaman bûn û silogana “Hikûmeta zarokkuj naxwazîn” dan.

Herwisa li bajarên  weke “Bêhbehan, Îsfehan, Zahidan, Ehwaz, Meşhed, Xozistan, Şîraz, Nêyşabûr,Dêzfûl, Kerec” û çendîn bajarên din hewelatiyan bi agir binke û cihên girêdayî bi hêzên rejîmê û karbidestên rejîmê şewitandin, benêr, wêne û hêmayên rejîmê şewitandin û li dijî rejîmê li ser derî û dîwaran silogan nivîsandin.