Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara kuştî û birîndarên serhildana seranserî li Kurdistan û Îranê

12:54 - 11 Çirriya paşîn 2022

Ajansa Nûçeyaniya “Hêrana”yê ku organa nûçeyan a komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê ye, hejmara şehîdên serhildana li Îran û Kurdistanê belav kir ku herî kêm 330 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hatine şehîdkirin.

“Hêrana”yê daye zanîn ku 50 ji şehîdên serhildêra seranserî zarok in.

Amara binçavkiriyên serhildanê ji 26`ê Xermananê heta 19`ê Xezelwera 1401`an a Rojî, 15,092 kes hatiye ragihandin ku 19,54 kes ji wan kesan nasname û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn û malbatên wan ji qedera wan bê ageh in.

Ajansa Nûçegihaniya “Hêrana”yê hejmara xwendekarên binçavkirî 440 kes ragihand û daye zanîn: “Ev xwendekarên girtî ji 137 zanîngehên Îranê de hatine girtin.”