Piştî nmêja Înê hevwelatiyên belûç yên li bajarên Seravan, Çarbihar, Îranşehr, Rasik, Pehre, Zahidan û Xaş a ser bi parêzgeha Sîsîtran û Belûçistanê rijiyane ser şeqaman û bi dana siloganên li dijî rejîma serkutkar ya Îslamî xwenîşandan lidar xistin.
Piştî derbasbûna 40 rojan li ser qetlama rejîmê ya li roja Înê ya li Zahidanê, wir şûnda roj Înê bi roja îna bixwîn a Zahidanê hatiye nas kirin û îro Înê jî xelkê Belûç yên bajarê Çarbiharê rijiyane ser şeqaman û tevî gefên berpirsên leşkerî yên rejîmê, xwenîşandan berdewam kirin û bi wateya hevgirtîbûnê destê hevdu girtin û silogana “Mirin bo Xamineyî” dan.
Herwisa li bajarê Îranşehra ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, piştî Îna bixwîna a Zahîdanê, hevwelatî derketine ser şeqaman û lidijî cinayet û qetlamên rejîmê û tevî teqeya hêzên rejîmê xwenîşandan lidar xistin.
Pêka dîmenên ku li torên civakî de belavbûne hevwelatiyên Belûç yên bajarê Xaşê jî piştî nmêja Înê rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma dirinde û cinayetkar xwenîşandan lidar xistin û hêzên rejîma zarok kuj teqe ji xwenîşanderan kir û di encamê de hejmarek ji xwenîşanderan birîndar bûn.
Li bajarê Zahidanê jî, piştî nmêja Înê hevwelatiyên Belûç rijiyane ser şeqaman û tevî tundûtîjî û serkutkirina xwenîşanderan ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî ve, hevwelatiyên Belûç bi dana silogana “Mirin bo dîktator” li dijî rejîma Îslamî xwenîşandan berdewam kirin.
Herwisa hevwelatiyên azadîxwaz ên bajarên Rasik û Pehre jî, tevî teqeya hêzên zarokkuj yên rejîma Îslamî, rijiyane ser şeqman û bi dana silogana “Mirin bo Spahê” cinayet û zarok kujiya hêzên rejîmê şermezar kirin.
Li bajarê Seravanê jî hevwelatiyên Belûç xwenîşandan lidar xistin û rejîma mirovkuj jî, erdê û esmanan bi helîkopter û hêzên xwe yên nîşançî teqe ji xwenîşanderan kirin û di encamê de hejmarek ji xwnîşnderên bê mertal birîndar bûn.