Li gor nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Çarşemî 9ê Sermaweza 1401an a Rojî, welatiyekî Kurd yê bi navê “Avat Qadirpûr” yê temen 20 salî û kurê Kerîm û xelkê gundê “Melaler” yê ser bi bajarê Bokanê ku bi sedema gullereşandina hêzên serkutkar ên rejîma Îranê bi tundî hatibû birîndarkirin, li yek ji nexwşxaneyên bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.
Navbirî roja Înê 27ê Xezelwerê, ji aliyê binkeya lêkolînî ya “Naçît”ê ve rastî hêzên serkutkar ên rejîma Îranê tê û hêzên rejîmê wî didine ber gulleyan û navbirî bi tundî tê birîndarkirin.
“Avat Qadirpûr” bi sedema kûrahiya birînên xwe ber bi nexweşxaneya “Arifiyan” a bajarê Urmiyê ve tê veguhastin û paşê çend rojan canê xwe ji dest dide.