Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qehriman û rahênerê boksê yê bi navê Hesen Naserî bi gulleya hêzên serkutkar hate kuştin

17:05 - 1 Kanûna pêşîn 2022

Hesen Naserî, qehriman û rahênerê boksê, di serhildana seranserî ya xelkê Îranê de, ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hate kuştin.

Navbirî ku midehek bû xwe ji destê hêzên rejîmê veşartibû û li dema serdana malbata xwe di mala xwede de tê girtin û di dema binçavkirinê de bi gulleyên hêzên rejîmê tê birîndarkirin. Navbirî 5ê Sermawezê hatibû girtin. Di encamê de hêzên rejîmê termê bêcan ê navbirî di nexweşxaneyê de arasteyê malbata wî kirine.