Ciwanekî Kurd yê bi navê “Şehriyar Adilî” temen 27 salî û kurê “Ebdulrehîm” û xelkê bajarê “Serdeşt”ê di girtîgeha îtilaat a bajarê “Serdeşt”ê de bi sedema lêdan û îşkenceya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da û şehîd bû.
Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ragihandiye ku, ew ciwanê Kurd roja Şemî 12`ê Sermawezê, li girtîgehê hatibû azadkirin, lê, beriya azadkirinê di girtîgehê de rastî lêdan û îşkenceyek zêde hatibû û cihê lêdanê li ser leşê wî xuya bûye.
Herwisa vê çavkaniyê ragihandiye, piştî azadkirinê ji aliyê malbata wî ve bo nexweşxanneya bajarê “Serdeşt”ê hatibû veguhastin, lê, bi sedema lêdana zêde rastî xwînrêjiya me`de hatibû, û li roja 17`ê Sermawezê, li nexweşxaneya wî bajarî de şehîd bû.
Hêzên ewlehî yên rejîmê piştî ku agehdar bûn “Şehriya Adilî” li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye, givaşek zêde xistine ser malbata wî da ku rabigihînin ku kurê wan bi sedema sekinîna dil canê xwe ji dest daye û di vê derheqê de digel ti medyayekê gotûbêjan nekin û xwe bê deng kin.
Roja Înê 18`ê Sermawezê, termê “Şehriya Adilî” digel hejmarek zêde ji hêzên ewlehî yên rejîmê li bajarê “Serdeşt”ê bi axê hat spartin.