Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî û Rûsya eksena şer û aloziyên nû li cîhanê de ne

11:24 - 12 Kanûna pêşîn 2022

Rojnameya “Sunday Times” a Brîtanî di sernivîsa xwe de nivîsî, bi berçavgirtina kirîzên ku rejîmên Tehran û Moskowê di van salên dawî de ji bo prensîpên navneteweyî çêkirine, divê ev her du rejîm wek “aliyên sereke yên eksena şer û aloziyên nû” bên binavkirin.

Her di vê pêwendiyê de jî, Serkomarê berê yê Amerîkayê “George W. Bush,” li dewra serkomariya xwe de di 11`ê Rêbenda a sala 2002`an piştî derbasbûna 5 mehan li ser êrîşên terorîstî yên li 11`ê Çiriya Pêşîn de ev peyv bo îşarekirin bi welatên, Îraq, Îran û Kureya Bakur bikar anî.

Di berdewnaiyê serokatiya xwe de, “Bosh” ev hevok ji bo danasîna hikûmetên ku piştgirî didin bi terorîzma navneteweyî û li pey bidest xistina çekên komkuj in, mifah wergirt û dubare dikir.