Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî din li Îranê hat bidarvekirin

11:27 - 12 Kanûna pêşîn 2022

Ser sipêdeha roja Duşemî 21`ê Sermawezê “Mecîdreza Rehnewerd” yek ji serhildêrên bajarê “Meşhed”ê ku bi tohmeta kuştina du besîciyan hatibû tawabnarkirin hat bidarvekirin.

Nûçegihaniya “Mîzan” belavkiriye ku “Mihemedreza Rehnewerd” piştî 23 rojan ji binçavkirinê li ber çavê xelkê hat îdamkirin.

Bi nav dezgeha dad a rejîmê bi tohmeta kuştina du besîciyên bi navên “Husêyn Zeynalzade û Danyal Rezazade” ku, di meşa xwenîşandanan de hatibûne kuştin “Mecîdreza Rehnewerd” tawanbarkirin û cezaya îdamê bi ser de sepandin û bi bê agehdarbûna malbata wî li ber çavên xelkê bidarvekirin û termê wî jî bi bê agehdarbûna malbata wî bi axê spartin.