Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzerê Saman Seydî ragihandiye ku rênadin ez dosyeya wî bibînim

11:55 - 12 Kanûna pêşîn 2022

Parêzerê “Saman Seydî” yek ji azadîxwaz û repêrê Kurd ku, di meşa xwenîşandanên seranserî li bajarê “Tehran”ê hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha rejîmê ve bi tohmeta “Şer digel xwedê” bi îdamê hatiye cezadan ragihandiye ku, dema min bo xwandina dosyeya “Saman” seredana navendên dadwerî kir wan rênedan ez doyeyê bixwînim u ji min ra min ku ew dosye nihênî ye.

Dezgeha dad a rejîmê “Saman Seydî” bi tohmeta “Şer digel xwedê” (muharibe) û teqekirin bi çeka “Kulit” û têkdana ewlehiya netewî tawanbarkiriye, lê, parêzerê wî vê yekê red dike.

Canê “Saman Seydî” weke tev ciwanên azadîxwaz ku niha di girtîgehên rejîmê de ne û her car di dadgehên nedadperwerane û neyasayî de cezayên giran bi ser wan de tên sepandin di metirsiyê de ye.