Hêzên Komara Îslamî yên li ser sînorê raperîn ya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê, teqe li du şiwanan kirin û ev kuştin.
Li gor zanyariyan, li Deşta Gor Tiswê ya sînorê Herêma Kurdistanê, 2 şivanên Kurd ên ku sewalên xwe diçêrînin, ji aliyê pasdarên terorîst yên Îranê ve hatin gulebarankirin.
du şivanên ji şewatê reviyan, ji zinar ketin û jiyana xwe ji dest dan.
Herwisa her du kesên jiyana xwe ji dest dane birayên hev in û navên wan Serbaz Hemed Brayîm û Cameran Hemed Brayîm e û li gundê Bêplan ê girêdayî navçeya Sengeser dijiyan.
Rêveberê Qezaya Sengeser Nehro Ebdullah ragihandiye, her du bira dema ji ber agirê hêzên terorîsît yên Komara Îranê direviyan, ji zinar ketin û jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin, welatiyên li herêmê ji bo cenazeyan bigirin çûn cihê bûyerê.