Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî amara şehîd û binçavkiriyiên xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê

12:20 - 12 Kanûna pêşîn 2022

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî ya bi navê Hêranayê daye zanîn, ji 26`ê Xermananê heta 20`ê Sermawezê, 488 xwenîşander di xwenîşandanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine şehîdkirin ku, 68 ji wan temenê wan bin 18 saliyê ye.

Pêka amara “Hêrana”yê, di serhildana seranserî de, heta niha 18,259 xwenîşander ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îranê ve hatine hinçavkirin û tenê nasnameya 3,784 kesan eşkere bûye.

Herwisa “Hêrana”yê ragihandiye, heta niha 625 xwandekar di meşa xwenîşandanên seranserî yên Kurdistan û Îranê de hatine binçavkirin û li ser hev 1175 kombûnên nerizayetî di nav bajar û zanîngehan de hatine lidarxistin.

Herwisa Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirov ya “Kurdpa”yê di dawî amara xwe de belav kiriye ku heta niha di meşa serhildanên seranserî yên li Rojhilatê Kurdistanê de 86 rajan de 119 kes hatine şehîdkirin.