Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa hekkirî ya “Anonymous Oplran” malpera balafirxaneya navneteweyî ya Xomeynî hek kir

12:27 - 12 Kanûna pêşîn 2022

Girûpa hekkirî ya “Anonymous Oplran”, ragihandin ku wan malpera balafirxaneya navneteweyî ya Xomeyîna ya bajarê Tehranê hek kiriye.

Herwisa vê girûpa hekkirî ragihandiye, ev kiryara wan, bersiva bidarvekirina “Mohên Şikarî” û tev xwînên ku bi destê Komara Îslamî hatine rijandin ne.

Girûpa Hekkirî ya “Anonymous”ê di heyama destpêkirina serhildana seranserî ya li Îranê, çendîn malper û navendên fermî yên Komara Îslamî hekkirine û perde li ser gendelî û dizî û hovîtiyên berpirsên rejîmê vêde dane.