Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna Berpirsê Navenda Birêveberî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li parlemena Swîsê

16:21 - 12 Kanûna pêşîn 2022

Berpirsê Navenda Birêveberî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî” digel beşek ji parlementoyên parlemena Swîsê kom bû û her di vê pêwendiyê de li derheq serhildana gelên Îranê ya li dijî rejîma Komara Îslamiya Îranê daxwaz kir ku piştevaniya vê serhildanê bikin.

Berî nîvro ya roja Duşemî 21ê Sermaweza 1401an(12`ê Kanûna Paşîn) “Mistefa Hicrî” Berpirsê Giştî yê PDKÎ digel parlementoyên parlemena Swîsê kom bû.

Di vê kombûnê de, “Mistefa Hicrî”, digel komîsyona pêwendiyên derve ya parlemena Swîsê û herwisa frankisyonên parlemena Swîsê hevdîtin dê hebe.

Berpirsê Navenda Birêveberiya PDKÎ ku ji aliyê parlemena Swîsê ve bi awayê fermî hatibû gazîkirin, di yekem hevdîtinê de digel beşek ji parlementoyan bas ji serhildana Îranê û binpêkariyên mafê mirov û serkutkariyên rejîma Komara Îslamî kir û ji welatên Ewropî daxwaz kir da ku piştevaniyê ji serhildana gelên Îranê ya li dijî dîktatoriyê bikin.

Herwisa hevdîtinên “Mistefa Hicrî” yên digel komîsyon û frakisyonan li parlemena Swîsê de berdewamî he ye.