Di berdewamiya serhildana xelkê Kurdistanê li dijî cinayetên rejîma Îranê û herwisa di nêzîk bûna salroja 26`ê Sermawezê “Roja Pêşmerge”, sirûda “Pêşmerge” li mizgevta gundê “Tewkillan” yê girêdayî bajarê “Seqiz”ê hat belavkirin.
Xortên şoreşger yên bajarê “Seqiz”ê şeva Yekşem ya 20 `ê Sermawezê, di berdewamiya serhildanên xwe yên li dijî desthilata axundî û herwisa di nêzîkbûna hatina salroja Pêşmerge û roja Alaya Kurdistanê yanî 26`ê Sermawezê ew çalakî lidarxistin û bi wî awayî pêşwazî ji roja Pêşmerge kirin.
Lawên şoreşger yên Kurdistanê bi mebesta berdewam bûn ji serhildanên xwe û bona piştevanîkirin ji serhildana seranserî bi hemû awayekî li dijî dagîrkerên Kurdistanê disekinin û hêma û pîrozbahiyên Kurdistanê bilind dinirxînin.