Sibêdeha roja Çarşemî 2ê Sermawezê, cezayê bidarvekirina girtiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Lotfî” û kurê Hacî Baba Lotfî û xelkê bajarê Eywanxerbê, li girtîgeha bajarê Îlamê hate cîbicîgirin.
Ew girtiye berê bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” a du welatiyên xelkê gundê “Kelan” yê bajarê Eywanxerbê hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgeha dadwerî ya rejîmê ve bi îdamê hatibû cezadan.
Mehdî Lotfî xelkê gundê “Xuran” yê ser bi bajarê Eywanxerbê ye.