Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdîtina “Mistefa Hicrî” digel frakisyona Partiya Kesk ya Swîsê

10:30 - 13 Kanûna pêşîn 2022

“Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê digel frakisyona Partiya Kesk ya welatê Swîsê kom bû û li derheq serhildana gelên Îranê ya li dijî dîktatoriyê li Îranê axivî.

Di berdewamiya kombûnên “Mistefa Hicrî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê, duh paşnîvroya roja Duşemî 21ê Sermaweza 1401an a Rojî, digel frakisyona Partiya Kesk li parlemena Swîsê kom bû.

Herwisa di vê hevdîtinê de, li derheq serhildana sê mehan ya xelkê Kurdistan û Îranê ya li dijî rejîma Komara Îslamî ku heta niha jî berdewam e axavt û Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizbê di axavtinên xwe de bas ji daxwazkariyên xelkê û siyasetên serkutkarane yên Komara Îslamî û piştevaniya civaka navneteweyî ji xelkê serhildayî yên Îranê kir.