Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amar; Li Kurdistanê 119 serhildêr û li tevahiya Îranê 490 serhildêr hatine şehîdkirin

10:41 - 13 Kanûna pêşîn 2022

Piştî derbasbûna sê meh ji serhildana gelên Îranê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê, amara xwenîşanderên şehîd her ku tê bilindtir dibe û li gor amara Hêranayê heta niha 490 xwenîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Organa komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê ya bi navê “Hêrana”yê, dawî amara xwe belav kiriye û daye zanîn ku di nav wan 490 şehîdên seranserî de 68 zarok jî hene.

Hêranayê hejmara girtiyan jî bi awayê texmînî belav kiriye ku 18,262 kes in.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê jî, dawî amara şehîdên serhildana Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye û li gor amara Kurdpayê, heta niha 119 xwenîşander li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma serkutkar a Îranê ve hatine şehîdkirin.

“Kurdpa”yê diyarî kiriye ku 12 kes ji wan şehîdan temenê wan bin 18 saliyê bûye û 5 ji wan jî jin bûne;

“Kurdpa”yê bi awayê texmînî daye zanîn ku heta niha li Kurdistanê 5 hezar kes ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.