Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navnetewî li derheq metirsiya îdamkirinê li ser Saman Yasîn huşdarî da

11:28 - 13 Kanûna pêşîn 2022

Saziya Lêborîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq biryara dadgeha rejîmê bo îdamkirina “Saman Yasîn” û veguhastina navbirî bo girtîgeha “Recayîşehr”ê huşdarî da.

Piştî biryara dadgeha rejîmê bo îdamkirina repêrê Kurd ê xelkê “Kirmaşan”ê û rûniştiyê bajarê Tehranê yê bi navê “Saman Yasîn” û veguhastina navbirî ji girtîgeha “Evîn”ê bo girtîgeha “Recayîşehr”ê û metirisiya cîbicîkirina biryara dadgehê, Saziya Lêborîna Navnetewî di vê derheqê de huşdarî da û daxwaza sekinandina biryara dadgehê û redkirina vê cezaya sepandî kir.

“Saman Yasîn” ku yek ji serhildêrên nerazî bû, di meşa serhildana seranserî ya xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi strandina “rep”ên siyasî, piştevanî ji serhildan û serhildêran kiribû û bi vê sedemê hatiye binçavkirin.

Saziya Lêborîna Navnetewî di daxuyaniya xwe de tekezî kiriye ku “Saman Yasîn” tevî lêdan û kutanek zêde, bi çendîn şêwazên dinê hatiye îşkencekirin.

Saziya Lêborîna Navnetewî, biryara dadgeha rejîmê bo îdamkirina “Saman Yasîn”, binpêkirina mafê jiyanê dizane ku yek ji mafê bingehîn ê mirovan ê erêkiriya Konvansiyona Mafê Mirovî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî ye.