Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hilbijartina peyva "jin"ê weke peyva salê

11:32 - 14 Kanûna pêşîn 2022

Malpera “Dictionary.com” di notekê de, zêdebûna lêgerînên peyva "jin"ê ji meha Adarê û vir ve bi hilbijartina “Kitanji Brown Jackson” wekî yekem dadwerê reş pêst yê Dadgeha Bilind a Amerîkayê îşare kiriye.

Herwisa li ser vê malperê nivîsiye: Piştî kuştina Jîna(Mehsa)Emînî di meha Xermananê de ku bo sebeba tevgera serhildanê bi rêberiya jinan li Îranê, lêgerînên peyva “Jin”ê jî zêdebûneke xuya ji xwe girtiye.