Rojnameya “Washingtoon Post” di eşkere kiriy ku, Spaha Pasdaran terorîst hewl daye da ku , nivîskarê Cihû yê Fransî yê bi navê “Bernard Henry Levy” teror bike.
Pêka lêkolînên berfreh yên li dedrheq kiryarên terorîstî yên rejîma Îslamî ya Îranê li nav xaka welatên Rojavayî de eşkere bûye ku, Spaha terorîst a Quds a Pasdaran a rejîma Îranê bi dana pereyek bi qasî “150” Hezar Dolarî ji penaberekî Îranê re, pîlana terorkirina “Bernar Henri Lovy” raçandibû.
Rojnameya “Washingtoon Post”ê di vê pêwendiyê de nivîsiye, rejîma Îslamî a Îranê bi şêweke şibandî yanî bi mfah wergirin ji girûpên cinayetkar bi dana pere ji wan re, pirojeyên cinayetkarane yên xwe li welatên Rojavayî û yên din de encam dide.
Her di vê pêwendiyê de jî, rojnameyên Îsraîlî pêştir eşkere kiribûn ku rejîma Îranê pîlana kuştina rojnamevanekî cihû yê Fransî heye
Li gor nûçeya rojnameya “Washington Post”ê, “John Bolton, şêwirmendê berê yê ewlehiya netewî ya Amerîkayê, hin bazirganên Îsraîlî yên li Qibrisê û “Bernard Henry Levy” ji armancên pîlanên terorê yên Komara Îslamî ya Îranê bûn.