Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend rojnameyên cîhanê berdewamiya serhildanan li Îranê weke seba guherîna rejîmê dane zanîn

11:06 - 14 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî çend rojnameyên cîhanê bi belavkirina babetên cuda di çend rojnameyên weke “ Wall street Journal, New York Times, Economist” de berdewambûn û berfirehbûna kombûnên nerizayetiyê di Îranê de ku di 4`mîn meha xwe de ye weke sedema sereke bo guherîna rejîma Îranê dane zanîn.

Herwisa ji aliyek din de rojnameya “Economist” di amarekê de bi berhevdanîna çend serhildan û şoreşan li cîhanê de digel serhildana Îranê ku zêdetir ji 90 rojan berdewam bûye daye zanîn ku, serhildana Îranê ber bi paş ve nazivire û dikare bibe seba guherîna rejîma Îranê bi şoreş be an bi şerê navxweyî.