Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Îtilaata rejîmê gefan ji xwenîşanderan li Îran û derveyî Îranê dixwe

11:36 - 14 Kanûna pêşîn 2022

Roja Sêşemî 22`ê Sermawezê nûçegihaniya “El-Alem” ya girêdayî deng û rengê rejîma Îranê, bi belavkirina gotûbêjek televizyonî digel “Îsmaîl Xetîbzade” Wezîrê Îtilaata rejîma Îranê, navbirî dibêje: “Her kesek bixwaze deribê ji desthilatê bide û li dijî dewletê bêne ser şeqaman, li her cihekê Îranê heta li derveyî sînorên Îranê jî bin divê bên cezadan.”

Gef xwarinên berpirsên rejîma Îranê di demekê de belav dibin ku, di çend rojên derbasbûyî de çend kes ji xelkê serhildêr yên gelên Îranê li bajarên weke “Tehran û Meşhed”ê hatine bidarvekirin û eva jî bertekên tund yên xelkê Îranê û cîhanê lipey xwe aniye.