Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlevî Ebdulhemîd Îsmaîl Zehî: Divê desthilatdarî heqîqetan bibîne û hawara gel bibihîse”

11:38 - 14 Kanûna pêşîn 2022

Pêşnimêjî Înê yê Duzap a ser bi bajarê Zahidanê li ser rûpela twîtera xwe nivîsî: Îdamkirina berdayî û serkutkirin, bilî acizkirina Xweda û nefreta giştî û geştirbûna agirê kerb û kîna gel ti encamek din tune ye.

Mewlevî di berdewamiyê de nivîsiye: “Divê desthilatdarî heqîqetan bibîne û dengê hawara gel bibihîse”.

Piştî îdamkirina du ciwanên şoreşger yên şoreşa seranserî ya li Îranê, li Tehran û Meşhedê, bidarvekirina girtiyên Belûç lezgîniyek bixwe ve girtiye.